Êrişên hêzên di bin fermana Tirkîyê ser bendava Tişrînê da didomin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i352472-Êrişên_hêzên_di_bin_fermana_tirkîyê_ser_bendava_tişrînê_da_didomin
Çekdarên nasyar bi Artêşa Azad a Sûrîyê bi piştgirîya balafirên cengê yên Tirkîyê ji sê bereyan va êrişî bendava Tişrînê li başûra Kobanîyê dikin û HSD jî himberî wan êrişana ber xwe didin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 12, 2024 15:12 Asia/Tehran
  • Êrişên hêzên di bin fermana Tirkîyê ser bendava Tişrînê da didomin

Çekdarên nasyar bi Artêşa Azad a Sûrîyê bi piştgirîya balafirên cengê yên Tirkîyê ji sê bereyan va êrişî bendava Tişrînê li başûra Kobanîyê dikin û HSD jî himberî wan êrişana ber xwe didin.

Li gorî gotina çavkanîyên herêmî, ji ber şer û pevçûnan elektrîka Kobaniyê careke din qut bûye. Çekdar bi çekên giran hewl didin bi pêş de herin û şervanên HSDyê jî bersiva êrişan didin.

Êrişên çekdarên Artêşa Azad a Sûrîyê bi piştgirîya balafirên cengê yên Tirkîyê ser bvendava Tişrînê û derdora Pira Qereqozaqê careka din ji şeva buhurî va dest pê bûn. HSD jî bi giranî himberî êeişên hanê bertekê nîşan didin û himberî wan ber xwe didin.

Şayanî gotinê ye ku Serfermandarê HSDê Mezlûm Ebdê duh ragihand ku bi navbeynkarîya Amerîkayê di navbera wan û hêzên di bin fermana Enqerê da agirbes hatîye ragihandin.