Hêsîrkirina 14 mîlîtanên ser bi Tirkiyê li Minbicê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i352429-hêsîrkirina_14_mîlîtanên_ser_bi_tirkiyê_li_minbicê
Di halekê ku piştî sernixûnbûna hikûmeta Beşar Esed li Sûriyê êrişên hewayî yên Tirkiyê ser herêmên xelknişîn û leşkerî yên Sûriyê giran bûne, dîmenên termên hêzên ser bi Tirkiyê li pevçûnên navxweyî yên Sûriyê li nav torên civakî hatine weşandin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 09, 2024 13:40 Asia/Tehran
  • Hêsîrkirina 14 mîlîtanên ser bi Tirkiyê li Minbicê

Di halekê ku piştî sernixûnbûna hikûmeta Beşar Esed li Sûriyê êrişên hewayî yên Tirkiyê ser herêmên xelknişîn û leşkerî yên Sûriyê giran bûne, dîmenên termên hêzên ser bi Tirkiyê li pevçûnên navxweyî yên Sûriyê li nav torên civakî hatine weşandin.

Ji şeva borî  ve heta vê sibê şer û pevçûnên giran di navbera mîlîtanên ser bi artêşa Tirkiyê û hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li navenda Minbicê û derdora wê berdewam bûn.

Li navçeya Dêr Hafirê jî 2  trimbêlên  hêzên ser bi Tirkiyê hatin îmhakirin. Her wiha li Minbicê jî di encama şer û pevçûnan de gelek  trimbêlên zirxî û wesayiteke leşkerî hatine îmhakirin.

Hevgavê van êrişan 14 mîlîtanên ser bi artêşa Tirkiyê ji aliyê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin hêsîrkirin.