Hêsîrkirina 14 mîlîtanên ser bi Tirkiyê li Minbicê
Kanûn 09, 2024 17:10 Asia/Tehran
Di halekê ku piştî sernixûnbûna hikûmeta Beşar Esed li Sûriyê êrişên hewayî yên Tirkiyê ser herêmên xelknişîn û leşkerî yên Sûriyê giran bûne, dîmenên termên hêzên ser bi Tirkiyê li pevçûnên navxweyî yên Sûriyê li nav torên civakî hatine weşandin.
Ji şeva borî ve heta vê sibê şer û pevçûnên giran di navbera mîlîtanên ser bi artêşa Tirkiyê û hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li navenda Minbicê û derdora wê berdewam bûn.
Li navçeya Dêr Hafirê jî 2 trimbêlên hêzên ser bi Tirkiyê hatin îmhakirin. Her wiha li Minbicê jî di encama şer û pevçûnan de gelek trimbêlên zirxî û wesayiteke leşkerî hatine îmhakirin.
Hevgavê van êrişan 14 mîlîtanên ser bi artêşa Tirkiyê ji aliyê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin hêsîrkirin.