Kanûn 08, 2024 18:59 Asia/Tehran
  • Encumena Leşkerî ya Minbicê daxûyanîyek ser rewşa vî şarî da

Encumena Leşkerî ya Minbicê ku ser bi Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) ye, di daxûyanîyeke ser rewşa vî şarî da ragihand ku komên çekdar dest bi êrişa ser Minbicê kirin û ew jî bersivdana hibmerî êrişên komên çekdar didomînin.

Encumena Leşkerî ya Minbicê di daxûyanîya xwe da ragihand ku di 12 rojên buhurî da û piştî berfirebûna bûyerên vê dawîyê li Sûrîyê, komên çekdar ên ser bi Tirkîyê bi piştgirîya hêza hewayî ya vî welatî bi dehan carî êrişî Minbicê û gundên vî şarî kirin û ew êriş gişk hatin pûçkirin.

Encumena Leşkerî ya Minbicê herwiha ragihand ku di van 12 rojana da hejmara êrişên ser Minbicê li hemî mêhweran jorda çûye û nika li mêhwerên Toxar, Ewn Dadat, Ereb Hesen û El Erîmeyê pevçûnên giran didomin.

Herwiha ragihand: Îro piştî nîvro komên çekdar bi piştgirîya hêzên hewayî yên Tirkîyê û zêrêhpûşan, li derîyê başûr ê bajêr va li pêş da hatin û li wir ketin kemîna HSD û pevçûn li wî derîyî didomin.

Serepeyv