Serokwezîrê Sûriyê: Me ezmûna pêdivî jibo rûbirûbûna rewşa awarte heye
Serokwezîrê Sûriyê got: Hikûmeta vî welatî tecrubeya pêdivî ji bo rûbirûbûna rewşa awarte û alûgurên di encama êrişa komên têrorîst ser hejmarek bajar û deveran heye.
Li gorî rapora SANA`yê, Mihemed Celalî serokwezîr û serokê Encumena wezîrên Sûriyê di civîneke awarte de tekez kir ku hikûmet ji bo gotûbêja ser siyaset, stratejî û planan civînê li dar naxe ji ber ku hikûmetê niha yek siyaset û yek armanc heye, ew jî piştevaniya ji berxwedana artêşê û hêzên çekdar û dabînkirina hemû hêsankarî, piştgirî û lêhişyarbûnê jibo kesên awarebûyî yên navxweyî di navbera parêzgehan de ji ber êrişên komên terorîst e.
Di vê civînê de wezîrên kabîneya Sûriyê jî tekez kirin ku ev welat şert û mercên dijwartir û aloztir derbas kiriye û bi feraseta Serokkomar Beşar Esed û berxwedan û hêza saziyên hikûmetê kariye ber bi aramiyeke zêdetir ve here.
Hejmarek ji wezîrên Sûriyê di vê civînê de tekezî kirin ku beşek ji şerê ku niha Sûriye pê re rûbirû ye şerê pîskolojîk ya medyayekê ye ku armanca wê bandora li morelê xelkê ye û ji hêla welatên ku piştgiriyê didin komên terorîst ve tê rênimûnî kirin.