Mijdar 29, 2024 16:41 Asia/Tehran

Hevdem li gel agirbesa di navbera Rejîma Siyonîst û Libnanê de, têrorîstên li bakurê Sûriyê careke din dest bi çalakiyên xwe kirine û li pey kiryarên terorîstî li dijî yekparçeyiya axa vî welatî ne.

Komên çekdar ên neqanûnî yên girêdayî koma têrorîst a Cibhetunusrê ji roja Çarşema buhurî ve êrişî herêmên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê  li parêzgehên Heleb û Idlibê kirin. Kanala El Meyadînê ragihand ku komên terorîst ên girêdayî Tehrîr El Şamê (Cibhetunusre) kom komî ji derbasgehên Tirkiyê re derbasî nav axa Sûriyê bûne. Di sala 2018`an de serokên Rûsye û Tirkiyê li Soçiyê li hev kirin û di wê hevdîtinê de Tirkiyê soz dabû ku terorîstên ku li parêzgehên Laziqiyê, Hemah û Helebê ne, bêyî rijandina xwînê, derxîne yan jî bêçek bike, karê ku ji hêla çavdêran ve hîna serê xwe negirtiye.

Xala girîngeva ye ku terorîstan careke din liv û tevgerên xwe li dijî Sûriyê zêde kirine. Di halekî de ku Rejîma Siyonîst û Libnanê di çend rojên buhurî de ji bo agirbesê li hev kirine, çalakiyên terorîstî yên li dijî Sûriyê careke din destpê kirine. Ji ber vê yekê divê gera nû ya tevgerên terorîstî li Sûriyê wek gera nû ya kiryarên siyonîstî-amerîkî li dijî mêhwera berxwedanê li navça rojavaya Asyayê were hesibandin ku wisa xuya dike ku bi hevkariya hinek ji welatên navçê tê kirin. 

Amerîka û Rejîma Siyonîst piştî çarde mehan ji cinayetên li Xezze û Libnanê û negihîştina li armancên xwe yên li dijî komên berxwedanê, bi agirbesa li Libnanê û çalakirina hêzên terorîst li Sûriyê, hewil didin ku hêzên xwe nû bikin, hêzên zêdetir biçek bikin û şikestinên xwe veşêrin û derbê li mêhwera piştevaniya bereya berxwedanê li Sûriyê bixin.

Serepeyv