Dewama pevçûna artêşa Sûriyê bi terorîstan
Artêşa Sûriyê bi weşandina daxuyaniyekî basa liv û tevgerên terorîstên Cibhetunusre û hevgirtiyên wê li bakûra rojavaya vî welatî û têkdana van liv û tevgeran ji erd û esmîn ve kir.
Serfermandehiya artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê, di daxuyaniyekî da bi pêgîriya li ser derbeya giran a artêşê li koma terorîst a Cibhetunusrê li dorhêla Heleb û Idlibê ragihand ev terorîst ser fermana piştgirên xwe yên navçeyî û navnetewî, dil hebûn careka din rewşa Sûriyê qeyranî bikin ku rastî bersiva artêşa Sûriyê hatin. Li gorî rapora medyayên sûrî, artêşa vî welatî herwiha êrişî pêgehên terorîstên Cibhetunusrê li nêzîkî bajarokên dorhêla rojhilatê Idlibê û dorhêla başûra Idlibê û bajarokên rojavaya Humsê kirin û gelek terorîst kuştin.
Balafirên cengê yên sûrî jî odeya operasiyonê ya ser navê Feth Ul Mubîn li dorhêla bajaroka Sermînê li rojavaya bajarê Seraqibê bombebaran kirin ku di encamê da hejmarek ji serkirdeyên terorîstan ji wan Ehmed Welîd Cemal, serkiredeyê koma terorîst a Ensar El Tohîd hatin kuştin.
Hevgavê viya çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku hejmarek zav ji terorîstan li dorhêla rojavaya Helebê hatine kuştin. Tenê 150 terorîstên sûrî hatine kuştin û hejmareka zaf a terorîstên ne sûrî jî hatine kuştin.