Berteka Şamê li himberî êrişên Rejîma Siyonîst
Mijdar 11, 2024 18:32 Asia/Tehran
Wezareta karên derve ya Sûriyê li himber êrişên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê bertek nîşan da.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê ragehand: Rejîma Siyonîst ser dewama cinayetên xwe li herêmê tekez dike ku her roj sersariya xwe li himber nirxên mirovî û rêzikên navdewletî nîşan bide.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê de hatiye: Rejîma Siyonîst duh avahiyeke xelknişîn li Zeynebiyê li Şamê kire armanc ku di encamê de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.Wezareta karên Derve ya Sûriyê ragihand:Em van êrişan bi tundî şermezar dikin û tekez dikinger piştgiriya hinek welatan ji vê rejîma terorîst nebûya, ev êriş nedihatin kirin.