Tebax 24, 2024 07:58 Asia/Tehran
  • Êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê

Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst hin navçên Sûriyê dan ber êrişan.

Balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst ji rexê bakura Lubnanê êrişeke hewayî ya nû pêk anîn û  navçeyên parêzgeha Hums û Hemayê li navenda Sûriyê dan ber êrişan ku di encamê de 7 sivîl birîndar bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand ku Rejîma Siyonîst ji rexê  bakura Lubnanê  ve hin meqerên navça navendî ya  Sûriyê kirine armanc ku sîtema berevaniya Sûriyê li himber êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst rawesta. Di encama wê êrişê de 7 sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

Serepeyv