Tebax 20, 2024 20:06 Asia/Tehran
  • Balyoza berê ya Çêkê li Şamê:  Welatên rojavayî berpirsên bûyerên Sûriyê ne

Balyoza berê ya Çêkê li Şamê welatên rojavayî berpirsên bûyerên Sûriyê dan zanîn.

Êva Fîlîpî, balyoza berê ya Komara Çêkê li Şamê di hevpeyvînekî da pêgîrî kir ku welatên rojavayî berpirsên bûyerên li Sûriyê ne. Wê got, welatên rojavayî piştgirî dan terorîstên li Sûriyê û çek, pere û agahî dane ber destê wan ta ku vî welatê bi istiqrar û xelkê wê yê baş ji nav bibin.Êva Fîlîpî herwiha destnîşan kir: Boykotên welatên rojavayî û dorpêça neadilane bandoreka nebaş danîne ser hemû berûlayên jiyanê li Sûriyê.Sûriye heya berî sala 2011`an yek ji welatên herî bi istiqrar ên cîhana Ereban bû lê wê demê û piştî pêla ku ser navê Bihara Erebî li hin ek ji welatên Ereb destpê kiribû, qeyrana navxweyî ya Sûriyê bi handana hin hêzxurtên biyanî destpê kir û ev qeyrana heta nika bi destwerdana hêzxurtên biyanî û hinek ji welatên navçê hîna jî berdewam e û gelek binavahiyên Sûriyê ji nav çûne lê hikûmeta Sûriyê kariye di van salên dawiyê da pişkek ji vê qeyranê pûç bike.