Tîrmeh 27, 2024 08:00 Asia/Tehran
  • Êrişa bi mûşekan ser meqera leşkerî ya Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê

Çavkaniyên nûçeyan vê sibê derbarê êrişeke bi mûşekan ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê agahî dan.

El-Meyadînê di nûçeyeke xwe de ragihand ku baregeha leşkerî ya Amerîkayê li meydana gazê ya Konîko ya li Dêrezorê ketiye ber êrişa mûşekî ya komên berxwedanê.Li gorî vê raporê, mûşek  li meqrê ketine û dengê teqînê li gundên derdora vê meqerê hatiye bihîstin.Hevgavê êrişa mûşekî ser vê baregehê, balafirên cengê Amerîkî taxa El-Cûre ya li derdora bajarê Dêrezorê dan ber êrişan.

Kanala Telegramê ya Sabrin News a girêdayî hêzên berxwedana Iraqê jî ragihand ku wan hêzên Amerîkî yên li meydana gazê ya Koniko li gundên Merat, Xeşam, El-Husêniye û El-Salihiye li  derdora Dêra Zorê dane ber êrişan.Ev êriş di halekê de pêk hat ku Wezareta Berevaniya Amerîkayê êvara Pêncşemê êrişa mûşekî ya ser meqera hewayî ya Eyn el-Esed li Iraqê piştrast kir.Piraniya komên berxwedanê pêştir  ragihandibûn ku piştî êrişa siyonîstan ser Yemenê ew dê li kêleka gelê Yemenê rawestin û dê  bi zûtî tola vê êrişê bistînin.

Serepeyv