Amadebûna çalak a Îranê li Nîşangeha Navnetewî ya Pîşeya Nift û Gazê li Sûriyê
Pêncemîn Nîşangeha Navnetewî ya Nift û gazê ya Sûriyê bi amadebûna Komara Îslamiya Îranê, karê xwe destpê kir.
Hisên Ekberî, balyozê Îranê li Sûriyê got, hevgavê berfirehbûna peywendiyên di navbera Têhran û Şamê da û hevhatinên ku dema sefera sala buhurî ya şehîd Seyid Îbrahîm Reîsî, serokomarê şehîd ê Îranê bo Sûriyê, hatin wajokirin,beşdariya kompaniyên îranî di pişka nift û gaza Sûriyê da hatine lezandin.Seîd Haşimpûr ku bi nûneratiya kompaniya Palîna Niftê ya Abadan a Îranê di Nîşangeha Nift û Gazê ya Sûriyê da beşdar bûye jî got, şiyanên kompaniyên pizpor ên îranî di warê pîşeya nift û gazê da û herwiha şandina xizmetên endazyariya teknîkî di vê nîşangehê da hatine nimandin.hevgavê birêveçûna Nîşangeha Nift û Gaz a Sûriyê, wezareta niftê ya vî welatî, 21 pilanên ji nû ve avakirina binavahiyan û geriyan û peydakirina meydanên nû yên nift û gazê li vî welatî li erd û deryayê da nimandin.Feras Qedûr, wezîrê nifta Sûriyê jî di koma nûçegîhanan da, boykotên welatên rojavayî û Amerîkayê dijî Sûriyê, giran dan zanîn û got, hewl tê dayîn bi sermayedanîna welatên dost, binavahî ji nû ve werein rêstorekirin û berhemanîn vegere rewşa xwe ya asayî.