Êrişa duyem li ser meqera herî mezin a dagirkeran li Sûriyê
Çile 06, 2024 10:20 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan derbarê teqînên giran li baregeha dagirkerên Amerîkayê li gundê El-Xezra li Dêre Zora ya Sûriyê agahî dan.
Teqînên roja Înê li baregeha Amerîkiyan li meydana niftê ya ya El-Omerê li derdora rojhilatê Dêrezorê, ku yek ji mezintirîn baregehên Amerîkî li Sûriyê ye, duyemîn êrişa di 24 sietên borî de ye. Hêjayî gotinê ye ku eva bo cara çendan di çend heftiyên derbasbûyî de ye ku meqera amerîkiyan li rojhilatê Sûriyê dikeve ber êrişa komên berxwedanê.
Her wiha meqera amerîkî ya Herîrê li bakurê Iraqê jî duh ket ber êrişa xwefiran.
Berxwedana Iraqê pêştir ragihandibû ku bendera Îlatê li başûrê Filistîna dagirkirî û doşika gazê ya Karîşê ya Îsraîlê li deryaya Medîteranê daye ber êrişan.