Cotmeh 02, 2023 18:00 Asia/Tehran
  • Talankirina nifta Sûriyê ji aliyê dagirkerên amerîkî va didome

Çavkaniyên xwecî li rojhilatê Sûriyê qala dewama talankirina nift û gaza vî welatî bi destê dagirkerên amerîkî kirin.

Çavkaniyên xwecî li derdora Hesekeyê ragihandin: Dagirkerên amerîkî rojê derdora 40 tankêrên nifta Sûriyê ji Herêma Cizîrê ya Sûriyê bi rêya derbasgehên neqanûnî yên Mehmûdiye û El-Welîdê vediguhezînin baregehên xwe yên li Iraqê.

Van çavkaniyan ragihandin, Ji derdora hefteyek berê hema bêje rojê rêzeke pêkhatî ji 40 tankêrên nifta talankirî ya Sûriyê bi skorta erebeyên leşkerî yên dagirkerên amerîkî, bi rêya derbasgeha neqanûnî ya Mehmûdiyeyê di dûrtirîn niqteya rojhilatê Hesekeyê an jî derbasgeha El-Welîdê çûne Herêma Kurdistana Iraqê.

Dagirkerên amerîkî meydan û bîrên niftê li başûrê Hesekeyê û meydana niftê ya li Rimêlanê li bakurê rojhilatê parêzgeha Hesekeyê û bîra niftê ya El-Umerê wek meydana niftê ya herî mezin a Sûriyê dagir kirine û demeke dirêj e dizîna nifta Sûriyê didomînin.

Serepeyv