Îlon 29, 2023 15:19 Asia/Tehran
  • Amadebûna Tirkiyê bo destpêkirina muzakireya bi Îran û Rûsiyê re derbarê Sûriyê

Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê amadebûna welatê xwe ji bo destpêkirina muzakireyên bi Rûsya û Îranê re bona asayîkirina peywendiyên bi Sûriyê reragihand.

Di halekî de ku Şamê başkirina peywendiyên xwe bi Enqerê re girêdayî kiriye bi derketina artêşa Tirkiyê ji Sûriyê, lê Enqere  binpêkirina serweriya vî welatî berdewam dike.

Yaşar Guler, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê roja Pêncşema borî gotibû, Enqere amade ye muzakireya navbera wezîrên berevaniya Tirkiyê, Rûsye, Îran û Sûriyê ji nû ve destpê bike.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê herwiha got, Em her tim amade ne ku biaxivin û li ser maseya gotûbêjan rûnin. Daxwazên aliyên Sûriyê ne tiştekî ku demlidest were qebûlkirin.

Pêvajoya asayîkirina peywendiyên Enqere û Şamê di 28ê Kanûna 2022-an de bi hevdîtina wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Sûriye û Tirkiyê li Moskowê dest pê kir. Wezîran li ser avakirina komîsyoneke hevpar a sê alî li hev kirin.

Di van salên dawî de, Tirkiyê bi behaneya şerê li dijî PKKê beşeke mezin ji axa Sûriyê dagîr kiriye û ev kiryar rastî nerazîbûnên tund ên Şamê hatiye.

 

Serepeyv