Artêşa Sûriyê derbeke giran li terorîstên bin sîvana piştevaniya Tirkiyê da
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand ku artêşa vî welatî bi hevkariya hêzên hewa-feza yên Rûsyayê tevî jinavbirina sekûyên avêtina roketan û alavên leşkerî yên terorîstan, 111 terorîst li Idlibê kuştin ku pirraniya wan ser bi komên terorîstî yên Ensarul-Tewhîd û El-Qayîdeyê bûn.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand, Hêzxên çekdar ên Sûriyê piştî operasyonên naskirin û şopandina berdewam a baregehên terorîstan, ev baregeh û çeper dan ber êrîşê û di encamê da çend depoyên cebilxaneyê hatin jinavbirin.
Artêşa Sûriyê her wiha li El-Futeyre û Sefûhenê êrîşî ser rêyên gihandina alîkariyê yên terorîstna kir.
Li Mellace û Hezarînê jî pevçûn bi awayekî perrate didomin. Artêşa Sûriyê operasyona paqojkirinê ya berfireh li van navçeyan dest pê kiriye. Sê navçe sala 2018an ketin bin kontrola Artêşa Sûriyê; lê navçeya çarem ku parêzgeha Idlibê û hin navçeyên parêzgehên Laziqiye, Hemah û Helebê digire ber xwe, hîn jî di bin kontrola komên terorîst da ye ku para pirtir ji aliyê koma terorîstî ya herî çalak li navçeyê yanî Tehrîrul-Şamê va tê kontrolkirin.
Koma Tehrîrul-Şamê (Cebheya Nusre) ku hertim tûşî şikestên bi dû hev ji aliyê Artêşa Sûriyê û hêzên Berxwedana Îslamî li vî welatî bûye, hema wisda bi piştevaniya Tirkiyê li navçeyên Kêmkirina Kêşeyê li Sûriyê çalak e û kiryarên xwe yên dijmçnane didomîne.