Nîsan 04, 2023 17:40 Asia/Tehran
  • Dilnîgeraniya Têlavîvê li bara başbûna peywendiyên Sûriyê û welatên Ereb

Saziyên ewlehî û siyasî yên Rejîma Siyonîst derbara nêzîkbûna peywendiyên Sûriyê bi Misrê û welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsêre, dilnîgeraniya xwe diyar kirin.

Medyayên Rejîma Siyonîst ji zarê saziyên ewlehî û siyasî
yên vê rejîmê ragihandin, nêzîkbûna Sûriyê li Misrê û
welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê, ne tenê nûçeyeka
baş ji bo vê rejîmê nîne belkî dilnîgeranker e.
Rojnameya Mearîvê nîvîsî: Beşdariya Esed di civîna tê ya
Yekîtiya Ereban da, alûgoreka girîng bona vejiyandina
peywendiyên di navbera Sûriyê û welatên ereb ên dorhêla
Kendava Farsê da ye ku ji sala 2011`an ve heta nika
hatibûn sekinandin û  wê hin guherînan li helwêsta
navçeyî ya li hember Sûriyê pêk bîne.
Ev rojnameya siyonîstan amajeyî sefera Feysel Miqdad,
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê ya Qahirê dike û dinivîse:
Armanc ji vê seferê rakirina hin pêngavan ber bi vegera
Sûriyê nav Yekîtiya Ereban bi navbeynkariya Misr û
Erebistanê bû.