Nîsan 02, 2023 09:24 Asia/Tehran
  • Sekinîna sîstima berevaniya hewayî ya Sûriyê himber êrişên ser Humsê

Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst êrişî hin armancan li rojavaya Sûriyê kirin ku li gorî ragihandina Wezareta Berevanîya Sûrîyê herîkêm 5 leşkerên sûrî di encama wê vê êrişê da birîndar bûne.

Rejîma Îsraîlê di van salên dawiyê da bi caran ji esmîn va êrişî Şamê û navçeyên curbciur ên Sûriyê
kiriye ku bi şopandina di demê da ya sîstima berevaniya hewayî, ev êrişana gelek caran hatine
pûçkirin.
Çavkaniyekî leşkerî ji Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA) re got: Sibeha yekşemiyê
Israyîlê ji aliyê bakûr- rojhilatê Bêyrûtê ve êrişa hewayî dijî hin navçeyên bajarê Humsê û derdora wî
pêk anîn ku sîstima berevaniya hewayî ya Artêşa Sûriyê li hember wan sekinî û hin rokêttên dijmin jî
jorda xistin.
Hin çavkaniyên agehdar ragihandin, pêgeha hewayî ya El Zebeie li nêzîkî gundê El Kedîrê, ketiye ber
êrişa siyonîstan.
Çavkaniyên siyonîst îdia kirin di encama vê êrişê da 4 binkeyên hewayî li parêzgeha Humsê ji wan El
Zebeie, T- 4 û El Şeîratê û binkeyeke leşkerî li bajarê Şînê kirine armanc. Eva sêyemîn êrişa Rejîma
Siyonîst di mideha 4 rojên buhurî da ser axa Sûriyê ye.