Sibat 23, 2023 09:47 Asia/Tehran
  • MSD: Nabe ku Kurd ji cihê jiyana xwe aware bibin

Meclisa Sûriyeya Demokratîk(MSD), siyaset û kiryarên Tirkiyê ji bo guhertina demogirafiya li navçeyên bakûr rojavaya Sûriyê şermezar kir.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk(MSD), bi weşandina daxuyaniyekî li ser siyasetên guherîna demogirafiyê ku hikûmeta Tirkiyê li navçeyên bakûr rojavaya Sûriyê girtiye ber xwe, tevî ku ev kara şermezar kir ragihand ku nabe Kurd ji cihên sereke yên jiyana xwe aware bibin.

Di daxuyaniya MSD`ê da hatiye: Ji dema destpêbûna karesata erdhejê di 6`ê Sibatê da, MSD`ê hemî derfetên siyasî û dîplomatîk ji bo xizmeta li mexdûrên erdheja li Sûriyê bi kar anî, lê komên çekdarên ser bi hikûmeta Tirkiyê, derbasbûna alîkariyên mirovdostiyê bo navçeyên bakûr rojavaya Sûriyê qedexe kir.

Di daxuyaniya MSD`ê da herwiha hatiye em siyasetên guherîna demogirafiyê  ku hikûmeta Tirkiyê dijî Kurdan li bakûr rojavaya Sûriyê pêk tîne, bi tundî şermezar dikin.