Şandina 105 balafirên tijî alîkarî bo mexdûrên erdheja li Sûrîyê
Sibat 16, 2023 19:43 Asia/Tehran
Pêla şandina alîkarîyên welatên dost û bira bo mexdûrên erdheja li Sûrîyê didome.
Di 24 sietên buhurî da 12 balafirên tijî alîkarîyên mirovdostîyê li balafirgeha Şamê danîne û bi vî awayî hejmara balafirên hilgirê alîkarîyên mirovdostîyê bo mexdûrên erdheja li Sûrîyê rabû 105an.
Duh jî 9 balafirên hilgirê alîkarîyên mirovdostîyê yên Imaratê gihîştin balafirgehên Şam û Laziqîyê.
Ji hêla din va, Rêxistina Heşdi Şe`bî ya Iraqê ragihand ku koma hawargiheştin û rizgarkirinê ya Iraqê ku li şarê Heleb ê Sûrîyê bi cih bûye, gîhandina alîkarîyan bo mexdûrên erdhejê li vê herêmê didomîne.
Komeleya Hîva Sor a Komara Islamî ya Îranê hema roja destpêka erdhejê 11 pisporên lêgerîn û rizgarkirinê şandin bakur-rojavaya Sûrîyê.