Sibat 16, 2023 10:08 Asia/Tehran
  • Boykotan nêzî 9 mîlyard dolar û erdhejê jî 5 mîlyard dolar zîyan gîhandine Sûrîyê

Navendeka lêkolîna ser amaran li Sûriyê asta xisarên ji ber erdheja nalebar a li bajarên Heleb, Hemah û Laziqiyê 2 mîlyar dolarî û xisarên li bajarê Idlibê 2 mîlyard dolar texmîn kir.

Nirxandinên destpêkê yên navendeka lêkolîna ser amaran li Sûriyê, nîşan didin, asta xisarên erdhejê li vî welatî ji 5 mîlyard dolarî derbas bûye. Navenda hanê herwiha pêgîrî kir: Asta sereke ya xisarên ji ber boykotên Amerîkayê dijî Sûriyê ser navê qanûna Sêzarê ku li ser abora vî welatî hatine sepandin, salê zêde ji 8 mîlyard û 800 mîlyon dolar di pişkên pîşe, bazirganî, kirrîna ji derve û hinardekirin û geştyariyê da bûye.

Feysel Miqdad, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê jî di axiftinekê da pêgîrî kir: Boykotên yekalî yên Ewrûpa û Amerîkayê, dûhatên erdhejê ji bo xelkê Sûriyê giran kirine.

Yekîtiya Ewrûpa û Amerîkayê sala 2011`an di çarçoveya piştgîriya ji terorîstan da, boykotên curbicur li ser Sûriyê sepandin.

Erdhejeka bi hêza 7.8 rîştirî berbanga duşemiya buhurî başûrê Tirkiyê û bakûrê Sûriyê hejand. Anegorî raporên herî dawîn hejmara gişt goriyên vê erdheja nalebar li Tirkiye û Sûriyê rabûye nêzî 40 hezar hesî.