NY: Bila civaka navnetewî li Sûrîyê sermayeguzarîyê bike
Rêvebirê kargêr ê Plana Cîhanî ya Xwarekê derbara rewşa Sûrîyê da hişyarî da û ji civaka navnetewî xwest ku li Sûrîyê sermayeguzarîyê bike.
Rêvebirê kargêr ê Plana Cîhanî ya Xwarekê ser bi NY Dêyvîd Bîzlî di seredana şeşan a bo Sûrîyê da hişyarî da ku birsîbûn li Sûrîyê rabûye asta herî bêmînak ku bi awayekî ku asta nika ji destpêka şêrr va heta nika ya herî bilind e.
Bîzlî got: Piştî 12 salên şêrr, rewşa aborê ji ber zama bêreje bikaresat e, diravê netewî yê Sûrîyê bihaya xwe bi awayekî bê mînak ji dest daye, kel û pel û xwarek her ku diçe biha dibin, vêca 12 milyon sûrî ber xetera birsîbûnê da ne yanî sedî 70yê gelê SÛrîyê dê bi zûtirkê nekaribin xwarekê ji bo malbatê dabîn bikin.
Rêvebirê kargêr ê Plana Cîhanî ya Xwarekê ser bi NY hişyarî da: Heke em ji bo çareserkirina vê qeyrana mirovî li Sûrîyê hewl nedin, dê pêleke din a koçkirina komkî wek ya sala 2015 ber bi Ewrûpayê va bi rê bikeve, gelo civaka cîhanî vê yekê dixwaze?