Şam: “Siyasetên Amerîkayê yên şaş bûne sedema bêewlehiya li Sûriyê”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i339068-Şam_siyasetên_amerîkayê_yên_şaş_bûne_sedema_bêewlehiya_li_sûriyê
Nûnerê Dayîmî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: “Reftara kavilker a Waşîngtonê, bûye sedem bi milyonan sûrî ber bi bêewlehî û nearamiyê va herin û gelek ji wan mişext û aware bibin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 26, 2023 15:46 Asia/Tehran
  • Şam: “Siyasetên Amerîkayê yên şaş bûne sedema bêewlehiya li Sûriyê”

Nûnerê Dayîmî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: “Reftara kavilker a Waşîngtonê, bûye sedem bi milyonan sûrî ber bi bêewlehî û nearamiyê va herin û gelek ji wan mişext û aware bibin.”

 Besam Sebax diyar kir: ”Siyasetên Amerîkayê yên şaş di cîhan û navçeyê bi taybet li Sûriyê bûne sedema bêistiqrarî û jinavçûna destekewtên ku di heyama çend dehena de pêk hatine.”

 Sebax her wiha diyar kir: “Îsrar û pêgiriya hinek welatan ser dubarekirina muzakireyên her mehê yên Konseya Ewlwehiyê ya NY’yê derbarê Sûriyê de bêyî ti encam û alûgoreke erênî, nîşan dide ew qet girîngiyê nadine dema endamên konseyê.”

 Sebax her wiha got: “Hikûmetên li Amerîkayê bi siyaseta ajawegêriya organîzebûyî li navçeyê ji wan Sûriyê, qeyran û pevçûnê pêk tîne û piştre bi xerckirina bi milyona dolarî bi rêya medyayan dest bi xalifandina raya giştî û xerakirina rûmeta hikûmeta Sûriyê dikin.”

 Sebax her wiha got: “Di halekî de ku Sûriyê hemî van cinayet û kiryaraên Amerîkayê û hevpeymnaên wê şermezar dike ji Konseya Ewlehiyê dixweze ku bila bi erkên xwe rabe û rêzê ji parastina serwerî, serbixwetî, yekitî û parstina yekperçetiya axê ya Sûriyê bigire.”