Tirkîyê dîsan êrişî bakura Sûrîyê kir; 11 kes ji HSD hatin kuştin
Artêşa Tirkîyê hin deverên di bin kontrola HSD da li bakura Sûrîyê dan ber bombeyan.
Artêşa Tirkîyê hin deverên di bin kontrola HSD da li bakura Sûrîyê dan ber bombeyan ku di encamê da 11 kes ji hêzên hanê hatin kuştin.
Artêşa Tirkîyê idia dike ku ew êrişa bertekek hibmerî êrişa HSD ser binkeya leşkerên wî welatî li nêzîkî derbasgeha Selame`yê li şarê E`zazê pêk hatîye.
Berî vîya HSD bi mûşekên Grad êrişî navenda şarê E`zazê û binkeya hêzên Tirkîyê li vî şarî û şarê Mari`ê kiribû ku di encamê da çend kes birîndar bibûn.
Dewleta Sûrîyê bicihbûna hêzên Tirkîyê li bakura wî welatî wek dagirkerî dizane ûbi caran xwestîye ku Enqere hêzên xwe derxe.
Artêşa Tirkîyê ev nêzî 3 sal e ku gellek deverên bakura Sûrîyê bi heceta sekinîna himberî terorîstan dagir kirîye.