Rayedarê sûrî: “Dagirkeriya Amerîkayê êş û elema gelê Sûriyê zêde kiriye”
Wezîrê Niftê yê Sûriyê got ku dagirkeriya Amerîkayê û boykotên neqanûnî yên vî welatî bûne sedem êş û zemetiyên gelê Sûriyê zêde bibin.
Besam Tome (Bassam Tohme), Wezîrê Niftê yê Sûriyê got ku dagirkirina hin beşên axa Sûriyê ji wan çavkaniyên niftê yên vî welatî ji aliyê Amerîkayê va û boykotên neqanûnî yên gelê Sûriyê êş û zehmetiyeke zêde bo xelkê di warê hewcetiyên pêwîst ji bo germkirin, patin û cotkariyê û hwd pêk aniye.
Besam Tome ser pisrgirêkên pêşberî Sûriyê di warê enerjiyê de teqez kir û got: “Şerê terorîstî li Sûriyê bûye sedem berhemanîna nift û gaz û cereyanê bi awayekî berbiçav kêm bibe.”
Wezîrê Niftê yê Sûriyê her wiha ji şîrketên hindî xwest ku bila di projeyên Sûriyê çi di warê keştfkirina nift û gazê li bejahî û deryayê û sermayeguzariya di nifta Şîlê de û çi jî di warê enerjiyên vegerbar ên bayî an tavî de hevkarî bikin.
Tome destnîşan kir dabînkirina enerjiya Sûriyê di pêşerojê de tenê ji rêya hevkariya nêzîk di navbera welatên dost de dikare serê xwe bigire.