Şam: Civîna Wezîrên Berevanîyê yên Sûrîye û Tirkîyê erênî bû
Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyê ragihand ku civîna Wezîrê Berevanîyê yên vî welatî û Tirkîyê li şarê Moskowê erênî bû.
Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyê şeva buhurî di daxûyanîyekê da ragihand ku Wezîrê Berevanîyê û Rêvebirê Istixbarta vî welatî û hevpostên wan ên tirkîyeyî bi amadebûna alîyê ûris li Moskowê civîyan û basa gellek mijaran kirin û ew civîna, civîneke erênî bû.
Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA) li Moskowê berî vîya ragihandibû ku civîna sêalî ya Wezîrên Berevanîyê yên Sûrîye, Rûsiye û Tirkîyê roja Çarşemê hat lidarxistin û di wê civînê da hewlên ji bo têkoşîna dijî terorîsmê, rewşa Sûrîyê û mijara awareyan hatin hilkolandin.
Li gorî daxûyanîya Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyê, Wezîrên Berevanîyê yên her sê welatan herwiha pêgirî ser pêwîstî û girîngatîya domandina gotûbêjên hevpar bi merema pêkanîna istiqrarê li Sûrîye û herêmê kirin.