Kanûn 06, 2022 15:02 Asia/Tehran
  • Zêrêhpûşeke Tirkîyê pê li jin û zarokekî sûrî kir

Zêrêhpûşeke artêşa Tirkiyê pê li pîrejin û zarokekî sûrî li bajarokê Etarib li rojavayê Helebê kir û ew kuştin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, dema 2 zêrêhpûşên artêşa Tirkiyê li nav bajarokê Etarib digeriyan, yek ji wan pê li pîrejin û zarokekî kir û herdu di cih de kuştin.

Piştî bûyerê hejmareke zêde ya xelkê bajarokê Etaribê dor li zêrêhpûşa artêşa Tirkiyê girtin û ew dan ber keviran.

Lê Asayişa Giştî ya ser bi Desteya Tehrîr el-Şam ve, anku Cebhet el-Nusreya berê, wesayîtên artêşa Tirkiyê ji xelkê parastine.

Navenda Mafên Merivan a Sûrîyê jî ku meqera wê li Londonê ye,  diyar kir ku piştî mirina jinek û zarokekê, xelkê hêrs dor li karwanê leşkerî yê Tirkîyê girtin û nehêlin ew ji bajarokê derkevin.

Navenda Mafên Merivan a Sûrîyê herwiha da zanîn ku ev ne cara yekê ye ku bûyereke bi vî regî diqewime, di 3yê Mijdarê de jî zarokek li bajarê Seri Kaniyê ji aliyê wesayîteke leşkerî ya Tirk ve hatibû kuştin.

Welatîyan jî heta nika bi caran bi xwenîşandanan xwestine ku hêzên Tirkîyê ji axa welatê wan derkevin.