Bîlançoya êrişên şevê din ên Tirkiyê li dijî Şera û Şehbaya Sûriyê
Mijdar 21, 2022 14:07 Asia/Tehran
Şevê din Artêşa Tirkiyê bi balafirên şer 8 gudnên navçeya Şera ya Efrînê û herêma Şehbayê 5 caran bombebaran kirin û bi sedan top lê barandin.
Li gorî nûçeya Hawarnewsê (ANHA), Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê gundên Kefer Antûn û Malikiyê yên girêdayî navçeya Şera ya herêma Efrînê ya dagirkirî 2 caran bombebaran kirin.
Artêşa Tirkiyê her wiha gundên "Bêlûniyê, Minix, Şêx Îsa, Hirbil, Samûqa" û Bendava Şehba yên herêma Şehbayê 3 caran balafirên şer bombebaran kirin.
Her wiha bi qasî 476 guleyên obîs û hawanan li herêmê hatin barandin.
https://hawarnews.com/kr/haber/blancoya-risn-sev-din-li-dij-sera-sehbay-h68418.html