Mijdar 20, 2022 14:29 Asia/Tehran
  • Amara destpêkê ya kuştî û birîndarên êrişa Tirkîyê ser Kurdistana Sûrîyê

Navenda Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku di encama operasyona Tirkiyê ya li dijî Kurdistana Sûrîyê da 15 kes hatin kuştinê.

Navenda Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand: Di encama 25 êrîşên esmanî yên ku firokeyên artêşa Tirkiyê de li bejahîyên Reqa û Hesekê 6 leşkerên Hikûmeta Sûriyê û 9 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest dane.

Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê sibeha îro Yekşemê 20ê Mijdara 2022an di bin navê "Operasyona Pence-Şûr" de Taxa Nû ya Kobanî, Taxa Kaniya Kurdan, gundê Qeremûx û Girê Miştenûrê yên Kobanî, Şehba û Zirgan, gundê Teqil Betil ê girêdayî bajarê Dêrikê li Kurdistana Sûrîyê bombebaran kirin.

Çavkaniyên medyayî yên ser bi rêveberiya bakur û bakur-rojhilata Sûrîyê jî ragihandin ku “Li Dêrikê 1 ji wan rojnamevan 9 sivîl û li Şerayê jî 10 leşkerên Sûriyê canê xwe ji dest dane.”

Tirkiyê her wiha gundê Bêlûniyê yê Şehbayê ku koçberên Efrînê yên sala 2018ê lê bicih bûne û derdora Eyn Îsayê jî bi dijwarî bombebaran kir.