Di encama operasyona artêşa Sûriyê li Derrayê heşt terorîst hatin kuştin
Yekînên ewlehiyê yên dewletî yên Sûriyê heşt terorîst li parêzêgeha Derayê kuştin.
Artêşa Sûriyê bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û pişgiriya Rûsiyê karî dosiya terorîstên DAIŞ`ê li vî welatî girêde.
Tevî azadkirina bajarên Sûriyê û kutabûna xelafeta xwekivşkirî ya DAIŞ`ê, endamên vê komê di çarçoveya şaxên biçûk ên çend kesî carnan êrişî ser esker û xelkê sivîl dikin û ziyanên însanî û aborî pêk tînin.
Li gor rapora Tas`ê, Ole Yegurf, Alîkarê Navenda Aşitiya Rûsiyê li Sûriyê got: Li operasyona yekînên ewlehiyê yên dewletî yên Sûriyê li Derayê, herîkêm heşt terorîst hatin kuştin û 15 kes jî hatin desteserkirin.
Dera her tim bûye şehedê liv û tevegrên terorîstî, du heftiyan berî niha jî hêzên ewlehiyê yên Sûriyê gelek çek û sîleh û şeramûr ji veşartgehên terorîstên DAIŞ`ê li bajarê Casimê li derdora Derayê keşf û zewt kirin.