Îlon 28, 2022 11:29 Asia/Tehran
  • Miqdad tekezî li ser bihêzkirina ewlehiyê li seranserî Sûriyê kir

Wezîrê karên derve yê Sûriyê tekezî li ser berdewamiya hewlên vî welatî ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiyê li seranserê axa Sûriyê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, “Feysel Meqdad” wezîrê karên derve yê Sûriyê li ser berdewamiya hewlên welatê xwe ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiyê li seranserê vî welatî, başkirina rewşa mirovî, avakirina avahê û cihên ku terorîstan wêran kirine û hêsankirina vegera penaberan tekez kir.

Meqdad di civînekê de ligel komek kêmîneyên Sûriyê li Amerîkayê ku li kêleka Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî hat lidarxistin, got: "Her çend ku ev şerê terorîstan berdêlên giran ji bo miletê Sûriyê hebû, lê ev şer  ji terorîstan re encam neda û ew negihêştin armancên xwe, yên wekî şikandina îradeya Sûriyê û îzolekirina wê ji derdor û cîhanê.

Miqdad bal kişand ser bandor û encamên xirab ên terorîzmê, dorpêça aborî û dorpêçên yekalî yên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê li dijî Sûriyê ku bûye sedema êş û azarên mezin ji bo gelê vî welatî.

Serepeyv