Îlon 24, 2022 16:43 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Sûriye: Tenha astengiya ser rêya pêvajoya aştiyê pabednebûna Tirkiyê ye

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê li rex civîna Civata Giştî ya NY got:Tenha astengiya ser rêya pêvajoya aştiyê pabednebûna Tirkiyê ye û vê gavê me ti muzakireyek bi Tirkîyê ra tineye.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ku ji bo pişikdarîya di civîna Civata Giştî ya NY da çûye New Yorkê, got: Astane tenha çarçove ye ku dikare ji bo çareserkirina qeyrana Sûrîyê were cihanînê. Em daxwazê ji Tirkiyê dikin ku li ser cîbicîkirina wan sozên ku di pêvajoya Astanayê de dane, cidî be.

Vê dawîyê hin nûçe têkildarî muzakireyên pişt perde di navbera rayedarên emnî yên Tirkîye û Sûrîyê da wek destpêkek ji bo çareserkirina dosîyên emnî û pêngavrakirina her du alîyan ber bi muzakireya têkildarî meseleyên sîyasî hatibûn belavkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê da zanîn ku li New Yorkê ti têkilî û hevdîtin bi aliyê Tirkiyê re pêk nehatîye.