Sûrîyê piştgirîya welatên rojavayî ji têrorîsmê şemezar kir
Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê di civîna welatên endamê Tevgera Qeydnenasan da, piştgirîya welatên rojavayî ji têrorîsmê û sepandina boykotên yekalî ser hin welatan da şemezar kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê Feysel Miqdad di vê civînê da amajeyî mafê Sûrîyê yê istandina tam a Golana dagirbûyî kir û pêgirî kir ku divê hemî hêzên bîyanî ku bi awayekî neqanûnî ketine axa vî welatî, derkevin.
Wî careka din pêgirî ku dewleta Sûrîyê ser helwesta xwe ya berê têkildarî doza Filistînê ye û pêgirîyê ser mafê gelê Filistînê yê dîyarkirina çarenûsê û pêkanîna welatê serbixwe yê xwe ku Quds paytexta wî be, dike.
Civîna welatên endamê Tevgera Qeydnenasan li rex civîna 77an a Civata Giştî ya NY li New Yorkê hat lidarxistinê. Civîna Civata Giştî ya NY ji 20ê Îlonê va destpê bûye û yê heta 26ê Îlonê li Menhetena New Yorkê ku meqera vê rêxistinê li wir e, bidome.