Îlon 19, 2022 00:26 Asia/Tehran
  • Li qada petrolê ya Sûriyê ya ji aliyê Amerîkiyan ve hatiye dagirkirin teqîn pêk hat

Çavkaniyên medyayî ragihandin ku li kêlgeha petrolê ya "El-Omer" li rojhilatê Dêrazorê ku ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatiye dagirkirin, teqîneke mezin qewmî.

Kanala nûçeyan a El-Mayadeen şeva Yekşemê di nûçeyeke lezgîn de ragihand ku teqîneke mezin û bi hêz li kêlgeha petrolê ya Omer ku baregeha hêzên Amerîkî lê ye, rû daye. Lê belê vê kanalê heya niha derbarê sedema vê teqînê û hejmara kuştî û birîndarên ji ber wê ti nûçeye belav nekiriye.

Di van salên dawî de, Amerîka li navça rojavaya Asyayê, bi taybetî li Sûriyê, bûye belayê serê xelkê û çavkaniyên niftê yên wan didize û talan dike, ev kiryara beriya vê yekê jî ji aliyê koma têrorîst a DAIŞê ve dihat kirin.

Serepeyv