Îlon 18, 2022 09:17 Asia/Tehran
  • Hilbijartinên encûmenên xwecihî yên Sûriyê birêve diçin

Îro Yekşemê, hilbijartinên encûmenên xwecihî yên Sûriyê birêve diçin.

Li Sûriyê îro Yekşemê 18ê Îlona 2022yan  saet  07:00ê sibehê ser dema Şamê, hilbijartinên encûmenên rêveberî yên xwecihî li parêzgehên wî welatî birêve diçin, û saet 19:00ê êvarê bidawî dibin.

Li gorî zanyariyên Komîteya Dadwerî ya Bilind a Hilbijartinan, 7348 nvendên hilbijartinê hene, bi zêdebûna 1200 navendê ji hilbijartinên sala 2018m.

Hejmara berbijêrên yekeyên rêveberî yên encûmenên parêzgeh, bajar, bajarok û şaredariyan, gihiştiye 59 hezar û 498 berbijêrî, rikaberiyê li ser 19 hezar û 86 kursiyan dikin.

Komîteya Dadwerî ya Bilind, dikare dema hilbijartinan heta 5 demjimêran dirêjtir bike.

Li Sûriyê 1470 yekeyên rêveberî hene, li ser 14 parêzgehan û 158 bajar û 572 bajarok û 726 şaredariyan, têne dabeşkirin.

Serepeyv