Serokên istixbaratê yên Tirkiye û Sûriyê li Şamê civiyan
Îlon 17, 2022 13:12 Asia/Tehran
Serokê Rêxistina Istixbaratê ya Tirkiyê (MIT) di rojên derbasbûyî da hin civîn digel hevpêşeyê xwe yê sûrî pêk anîne.
Artêşa Tirkiyê bi behaneya şerê dijî terorîsmê ev çend sal in ku hin navçeyên bakûr û rojhilatêî Sûriyê dagîr kirine.
Li gorî rapora Reuters'ê, Hakan Fîdan, Serokê Rêxistina Istixbaratê ya Tirkiyê (MIT) û Elî Memlûk hevpêşeyê wî yê sûrî di rojên vê dawiyê da li Şama paytexta Sûriyê civiyane.
Ev têkilî nîşana guherînê û biencambûna hewildanên Rûsiyê ji bo handana Tirkiyê bo vejiyandina peywendiyan bi Sûriyê ra ye.