Îlon 14, 2022 13:16 Asia/Tehran
  • Enqereyê destûr da opozîsiyona Sûriyê ku terka axa Tirkiye bike

Tirkiyê destûr da opozîsiyona Sûriyê ku terka axa vî welatî bike.

Ev kiryara dewleta Tirkiyê li pey biryara vî welatî ya cidî ji bo hevgirtina digel Sûriyê û rakirina pêngav bi pêngav a pirsgirêkên heyî di peywendiyên du welatan da pêk hatiye.

Li gorî rapora ISNAyê, Enqereyê ji endamên hevpeymaniya dijberê sûrî ra daye zanîn ku divê heta dawiya sala 2022an ofîsên xwe li axa Tirkiyê girêbidin û beriya bidawîhatina salê, terka axa vî welatî bikin.

Dewleta Receb Teyib Erdoxan biryar daye ku di demajokê da ku moleta wê dawiya vê salê ye, hemû ofîsên hevpeymaniya dijberên sûrî li Tirkiyê girêbide û piştevaniya darayî ji endamên wê rawestîne.

Tê gotin, hin endamên hevpeymaniyê ku mafê wan ê hemwelatîbûna Tirkiyê an jî mayîna hertimî heye dikarin li Tirkiyê bimînin, lê nikarin tu çalakiyeke medyayî an siyasî hebin.

Enqereyê di salên derbasbûyî da hertim ofîsine taybet ji bo hevpeymaniya dijberên sûrî li axa xwe dabîn dikir û ji bilî wê, meaşa mehane û serpişkiyên taybet dida endamên vê hevpeymaniyê.

 

Serepeyv