Îlon 12, 2022 18:45 Asia/Tehran
  •  ​​​​​​​Di teqîna Kampa Waşûkanîyê yab Hesekeyê de zarokek hat kuştin û 4 kes birîndar bûn

Di teqîna li Kampa Waşûkanîyê ya li rojavayê bajarê Hesekeyê de ku koçberên ji herêma Serêkaniyê ya dagirkirî lê dimînin, 4 kes birîndar bûn. 

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Îro danê nîvro li Kampa Waşûkanîyê (12 km li rojavayê Hesekeyê) ya taybet bi koçberên herêma Serêkaniyê ya dagirkirî motorsklêtek teqiyabû.

Navên du birîndarên rakirine Nexweşxaneya El Hikmê ya Hesekê, wiha ne: “Mecîd Mihemed Elî (9), rewşa wî giran e û Emîne Elî Omer (25), di destê xwe de birîndar bûye û rewşa wê niha baş e.”

Her wiha 2 birîndarên din rakirin Nexweşxaneya Gel a Hesekeyê û navên wan wiha ne: “Salim Mehmûd El Ehmed (28), Salih Mehmûd (23).” Rewşa wan niha baş e û ew ji nexweşxaneyê derxistine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqînê heta van kêliyan tu daxuyanî nedaye.

 

Serepeyv