Îlon 04, 2022 14:52 Asia/Tehran
  • Amerîkayê binekeye din li Qamişloya Sûrîyê ava kir

Hêzên Artêşa Amerîkayê binkeya xwe ya sisêyan li 3 kîlomêtrîya şarê Qamişloyê ava kirin.

Zêrevana Mafên merivan a Sûrîyê ragihand ku hêzên Artêşa Amerîkayê binkeya xwe ya sisêyan li nêzîkî şarê kurdnişîn ê Qamişloyê ku di bin kontrola HSD da ye, ava kirin.

Li gorî agahîyan, ew binkeya nêzîkî gundê Neqareyê li başûr-rojavaya Qamilşoyê hatîye avakirinê û hzên amerîkî lê bi cih bûne. 2 binkeyên din ên hêzên amerîkî jî li gundên Hmo û Til Furasê li nêzîkî Qamişloyê ne.

Amerîka ku serkêşîya hevalbendîya dijî DAIŞ dike, di halekî da binkeyên xwe li deverên kurdnişîn ên Sûrîyê zêde dike ku artêşa wî welatî kurd bi caran himberî êrişên Tirkîyê û komên çete yên ser bi Enqerê tenê hîştine.