Îlon 01, 2022 11:04 Asia/Tehran
  • HSD û Hevpeymaniya Navdewletî li ser Kampa Holê civiyan

Endamê Serfermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi desteyên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û Wezareta Derve ya Amerîkayê re civiya. Di hevdîtina di navbera aliyan de rojeva sereke Kampa Holê ye.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Endamê Serfermandariya HSDê Mehmûd Berxwedan bi şandeyên Hevpeymaniya Navdewletî û Wezareta Derve ya Amerîkayê yên ku serdana Kampa Holê ya li Heseke kiribûn re civiya.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Mehmûd Berxwedan bi şandeyan re li ser rewşa mirovî û ewlekarî ya Kampa Holê û gefên DAIŞê yên li hundir û derveyê kampê gotûbêj kiriye.

Hate ragihandin ku HSDê bal kişand ser xeteriyên heyî û yên pêşerojê yên li Kampa Holê û got, “Xemsariya navdewletî a li hember bangewaziyên Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina vê dosyayê û nedana piştevaniya pêwîst û wernegirtina welatiyan û her wiha bêbersivmayîna wan bangan pirsên girîng in.”