Tebax 31, 2022 14:59 Asia/Tehran
  • Hêzên Asayişê 11 kes li kampa Holê girtin

Hêzên Asayişê li Kurdistana Sûrîyê di daxuyaniyekê de ragihand, wan di operasyonekê de li kampa Holê 11 kes girtine ku 5 ji wan endamên şaneyên nihênî yên DAIŞê ne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayişê li Kurdistana Sûrîyê di daxuyaniyekê de ragihand, îro 31ê Tebaxê hêzên wan li kampa Holê operasyoneke serdegirtinê li dar xistin û di encam de 11 kes girtine ku 5 ji wan şaneyên razayî ên DAIŞê ne û 6 kes jî gumanbar in.

Operasyona "Mirovahî û Ewlekarî" ya Hêzên  Asayişê û HSD li Kurdustana Sûrîyê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî li kampa Holê berdewam e û li gorî agahîyan di roja 6an a operasyonê de15 kes bi tometa “endamtiya DAIŞê’ hatine girtin, 3 kon hatine rakirin, 3 tunel hatine jinavbirin û dest bi ser hejmarek çek û teqemenî û amûrên peywendiyan de jî hatiye girtin.