Di êrişa Tirkiyê de ser dibistanekê li parêzgeha Hesekê 4 zarok hatin kuştin
Teşkîlata kurdên Sûriyê ya bi navê Rêvebiriya Xweser Înê ragihand, Droneyeke Tirkiyê navendeke perwerdehiya keçan li parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyê, kir armanc û di encamê de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 11 zarokên din jî birîndar bûn.
Rêveberiya kurdên Sûriyêr a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li herêmê êrîşeke nû ya sîstematîk ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatiye zêdekirin.
Vê rêvebiriyê derbarê êrişa li ser navenda perwerdehiyê ya zarokên keç ya li gundê Şimokê ya li Hesekê ku ji aliyê hêzên Tirkiyê ve pêk hatibû daxuyaniyek belav kir.
Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya kurdan di daxuyaniya xwe de êrişa Tirkiyê şermezar kir u got “Piştî hevdîtina dawî ya ku Erdogan bi aliyên navneteweyî û herêmî re li dar xist, êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên me zêde bûn. Di encama van êrişan de gelek sivîl, zarok û fermandarên li kêleka Koalîsyona Navneteweyî li dijî rêxistina DAIŞ şer kirin jiyana xwe ji dest dane.”
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de wiha berdewam kir “Ji wê diyar dibe ku Erdogan behsa operasyona leşkerî kir, dihat wateya ku ew ê terorîzma xwe li ser her kesî ferz bike bêyî ku bersiv hebe. Ev êriş xeteriyê li ser zarokan û li ser navendên fêrkirin û sivîlan çêdike û nîşaneya encamên giran dike, dê bi wê re zêdetir li Sûriyê tevlihevî derkeve û rewşeke nû derxe ku bandorê li Sûriyê û gelê wê bike.”
Ev êrişên dewleta tirk li dijî sivîlan li ber çavên Hevpeymaniya Amerîka û li bêdengiya civaka navneteweyî cih tên.