Êrîşên El Nûsra li ser herêmên kêmkirina rageşiyê yên Idlibê li Sûriyê
Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê der barê êrîşên koma têrorîst a El-Nusrayê ya li ser herêmên kêmkirina rageşiyê yên li Idlibê ya Sûriyê agahî da.
Navçeya kêmkirina rageşiyê ya Idlibê, parêzgeha Idlibê û beşek ji parêzgehên Heleb, Hemayê û Laziqiyê yên Sûriyê digirin ber xwe û endamên terorîst ên Cebhet El-Nusra û çeteyên din ên girêdayî Tirkiyê li van deveran hene.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, "Oleg Zhuravolov" cîgirê serokê navenda lihevhatinê ya Rûsiyê li wezareta berevaniya vî welatî ragihand ku koma têrorîst a "Eniya El-Nusra" di 24 saetên dawî de 3 êriş li dijî "herêmên kêmkirina rageşiyê" li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê cih anîne.
Zhuravulov anî ziman ku vê koma terorîst li Helebê jî êrîşek cih aniye.
Di vê raportê de, hûrgilî û ziyanên van her sê êrişên terorîstî nehatine belavkirin.
Li gorî peymana sala 2017'an di navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê de weke garantorên aştiya Astanayê, li Sûriyê 4 herêmên ewle hatin avakirin.
Di sala 2018an de 3 herêm ketin bin kontrola artêşa Sûriyê, lê herêma çaremîn ku parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê û navçeyên wek Laziqiye, Hema û Helebê dihewîne, hîn jî di destê grûpên terorîstî de ye û tê gotin ku li bakurê rojavayê Sûriyê ye. kontrolkirina vê herêmê, piranî di destê koma têrorîst a El-Nusra de ye.