Tebax 18, 2022 16:43 Asia/Tehran
  • Di 5 rojan de 398 tankerên petrolê yên Sûriyê ji aliyê Amerîkayê ve hatin dizîn

Hêzên Amerîkî ji roja Pêncşema borî ve 398 tankerên petrolê yên Sûriyê dizîn daku bişînin bingehên xwe li Iraqê.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê (SANA), Amerîkayê roja Sêşemê 65 tankerên petrola Sûriyê ji deriyê El-Mehmûdiyê ku rêyeke neqanûnî ji bo derbasbûna kamyonên petrolê di navbera Sûriyê û Iraqê de çêkiriye, şandin Iraqê.

SANA her wiha got, hêzên Amerîkî ku bi alîkariya Hêzên Sûriya Demokrat ên Kurd (HSD) zeviyên sereke yên petrol û gazê li Hesekê kontrol dikin, bi awayekî rêkûpêk û neqanûnî sotemeniyê ji Sûriyê derdixin.

SANA'yê diyar kir ku rojên Şemî û Pêncşemê karwanên ku ji 89 û 144 kamyonan pêk dihatin ku petrola dizî hilgirtibûn ji heman dergehê ber bi baregehên Amerîkayê yên li Iraqê ve dihatin şandin.

Hikûmeta Sûriyê çendîn caran Amerîka bi dizîna çavkaniyên xwezayî yên Sûriyê wek petrol, gaz û genim tawanbar kiriye.

Serepeyv