Baregeha Hevpeymaniya amerîkî li Tinifa Sûriyê rastî êrîşeke bi dronan hat
Baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê li Tinifê ya li sêgoşeya sînorî Sûriye – Urdin – Iraqê rastî êrîşeke bi dronan hat, bêyî ku ti ziyanên canî derkevin.
Hevpeymaniya Navdewletî duh Duşemê di daxuyaniyekê de ragihand: Îro danê sibê bi hejmarek dronan êrîş li derdora baregeha Tinifê hate kirin.
wê hevpeymaniyê her wiha diyar kir ku dronek hate şikandin, lê drone duyem di nava baregehê de teqiya, bêyî ku ti ziyanên canî çêbibe.
Fermandarê Erkên Hevbeş ên Hevpeymanan John Brennan got: “Êrîşên bi vî rengî jiyana sivîlên Sûrî yên bêguneh dixe metirsiyê. Em ê tedbîrên guncaw ji bo parastina hêzên xwe bistînin.”
Baregeha leşkerî ya Tinifê, li sêgoşeya Sûriye, Iraq û Urdinê dikeve û qaşo bi armanca rûbirûbûna DAIŞê, di sala 2014an de ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîka hatibû damezirandin û çekdarên grûpa Mexawîr El-Sewra ya opozîsyona Sûriyê jî lê ne.
Pêştir jî ew baregeha Hevpeymanan rastî êrîşan hatibû.