Tirkiye dixwaze deverên dagirkirî yên Sûriyê bixe ser axa xwe û bêdengîya zilhêzan jî enqest e
Endamekî Lêjneya Navendî ya Partîya Demokrat a Kurdistana Sûriyê (PDKS) got: Tirkîyê di warê êrişa bejayî da ti peyamek ji Rûsya û Amerîkayê wernegirt, lê dixwaze ku bi alozkirina rewşa bakura Sûrîyê bibe sedema nerazîbûna gel.
Gelo Îsa endamê Lêjneya Navendî ya Partîya Dêmokrat a Kurdistana Sûrîyê got: Tirkîyê êrişên bi topan li xalên rûbirûbûnê li Girêsipî, Serêkanî, Til Rifet û Minbicê zêde kirine. Tirkîyê dil heye xetên dagirkirî bikemilîne û Kobanî, Til Rifet û Minbicê bêxe bin kontrola xwe û deverên dagirkirî ji Serêkanîyê bigire heta Idlibê li hev ra girêde.
Lê Erdogan Serokomarê Tirkîyê ne di civîna sêalî ya Tehranê da û ne jî di civîna Soçîyê digel Pûtîn Serokomarê Rûsyayê da nekarî izna êrişeka din a bejayî werbigire.
Gelo Îsa herwiha got: Tirkîye dixwaze rewşa bakura Sûrîyê tevlihev bike û roja kurdên Sûrîyê tarî bike ta ku ev yeka bibe sedema nerazîbûna gel.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî daxûyanîyeke HSD, duh piştî nîvro li bajarê Qamişlo, li taxa Cirnik, dema ku komek şervanên Erka Xwe Parastin li ser erka xwe bûn, rastî êrîşa balafirek bêmirov a artêşa Tirk a dagirker hatin. Di encama vê êrîşê de 4 şervanên me şehîd bûn, 3 şervan jî brîndar bûn.