Wezîrê Niftê yê Sûrîyê: Amerîka dijî plana veguhestina gaza Misrê bo Libnanê derdikeve
Wezîrê Niftê yê Sûrîyê dibêje ku Amerîka dijî plana veguhestina gaza Misrê bo Libnanê derdikeve û Waşîngton jibo rawestandina alîakrîyên darayî bo Libnanê bi awayekî rasterast zorê dide ser Banka Cîhanî.
Bessam Tohme Wezîrê Niftê yê Sûrîyê careka din pêgirî ser amadebûna Şamê ya di warên sîyasî û teknîkî da jibo cihanîna proja danîna borîya veguhestina gazê ji Misrê bo Libnanê bi rêya axa Sûrîyê kir û got: Waşîngton rê ber cihanîna proja danîna borîya veguhestina gaza Misrê bo Libnanê ku nêzî salekê berî nika minnet da serê libnanîyan, digire û ev plana hela jî di asta wehm û xeyalê da maye.
Tohme herwiha got: Me jibo cihanîna plana veguhestina nift û gaza Misrê bo Libnanê ti sînordarî û berdendek tineye lê her kes dizane ku ew plana veguherîye darê zextê jibo Amerîkayê dijî Libnanê ji ber ku çavkanîyên darayî yên wê heke bên pejirandin, yê ji hêla Banka Cîhanî va bên dabînkirin.
Wezîrên Niftê yên Urdin, Sûrîye, Libnan û Misrê di meha Îlona buhurî da civîyan û nexşerêyek jibo dabînkirina gaza pêwîst jibo Libnanê ji hêla Misrê va bi rêya axa Urdin û Sûrîyê va hat pesendkirin û hat ragihandin ku armanca wê jî çareserkirina qeyrana ceryanê li Libnanê ye.