Sûrîye: Em jibo sekinîna himberî her cure êrişa ihtimalî ya Tirkîyê amade ne
Wezareta Berevanîya Sûrîyê ragihand ku artêşa vî welatî jibo sekinîna himberî her cure êrişa ihtimalî ya Tirkîyê û komên ser bi wê tam amade ye.
Wezareta Berevanîya Sûrîyê di daxûyanîyekê da ragihand ku bidû zêdebûna liv û tevgerên Tirkîyê li axa Sûrîyê di 48 sietên buhurî da, em pêgirîyê dikin ku artêş jibo sekinîna himberî her cure êrişa ihtimalî ya Enqerê û komên ser bi wê amade ye.
Ligorî vê daxûyanîyê, Tirkîyê derdora gundê Til Zîvanê li 15 kîlomêtrîya bakur-rojavaya Qamişloyê da ber topan ku di encamê da welatîyekî sûrî birîndar bû, zîyan li çend malan ket û çend malbat jî aware bûne.
Di halekî da ku Tirkîye idia dike bi armanca girtina pêşîya gefa hêzên kurd leşkerên xwe li axa Sûrîyê bi cih kirine, Şam vê yekê dagirkerî dizane.
Dewleta Şamê di nameyekê da bo Sersêkrêtêrê NY û Serokê Dewrê yê Konseya Emnî nerazîbûna xwe himberî qesda Tirkîyê jibo êrişa ser axa Sûrîyê nîşan daye.