Tîrmeh 27, 2022 08:42 Asia/Tehran
  • SOHR: Li bakurê Helebê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin, yek jî birîndar bû

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûrîyê (SOHR) ragihand ku di encama êrişeke bi topan ser binkeya serbazên Tirkiyê da li bajarokê Kilcibrînê li bakurê Helebê leşkerekî Tirk hatiye kuştin û leşkerekî din jî birîndar bûye.

 

Hêzên Tirkiye 50 mûşek û top ber bi bajarokê Til Rifatê li bakurê Helebê va avêtin ku di encamê de 3 jin û mêrek birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, şeva 26ê Temûzê hêzên Tirkiye bi 50 mûşek û gulletopan êrişî bajarokê Til Rifatê li bakurê Helebê kirin, di encam de 3 jin û mêrek birîndar bûn, hevdem hêzên Tirkiyê gundên Merenaz û Şêx Îsa li Şehbayê topbaran kirin.

Li gor Rewangeha Mafên Mirovan a Sûrîyê êrişa bordûmana hêzên Tirkiyê ser Til Rifat ji ber kuştina serbazekî û birîndarbûna yekî din li binkeya Tirkîyê ya li bajarokê Kilcibrînê li bakurê Helebê bû ku ketibû ber êrişa hêzên hikûmeta Sûrîyê.