Tîrmeh 25, 2022 08:20 Asia/Tehran
  • Balefirên şêrr ên Rûsiyê êrîşî ser çeperên komên çekdar ên ser bi Tirkiyê li Sûriyê kir

Çavkaniyên agah ragihand ku balefirên şêrr ên Rûsiyê baregehên komên çekdar ên girêdayî bi Tirkiyê li parêzgeha Hesekeyê ya Sûriyê bombebaran kir.

Çavkaniyên agah ragihand ku, balefirên Rûsiyê du baregehên komên çekdar ên ser bi Tirkiyê li gundên Mehmûdiye û Enîq Hewayê li başûrê bajarê Serî Kaniyê dan ber bombeyan.

Welatiyên sûrî yên bakûrê vî welatî ku berdewam dikevin ber gefên Tirkiyê û kiryarên kirêgirtiyên wê, bi caran bi lidarxistina xwenîşandanê, daxwaza derketina leşkerên Tirkiyê û kirêgirtiyên wan ji axa welatê xwe kiriye.

Artêşa Tirkiyê bi behaneya şerê dijî terorîstan, derdora du sal û nîv berê hevrê di gel komên terorîst ên bin fermana xwe, hin beşên berfireh ên bakûr û bakûrê rojhilatê Sûriyê dagir kirin.

 

Serepeyv